1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hesekê pirtûkxaneya "Fikrê Demokratîk" hate vekirin
Li Hesekê pirtûkxaneya "Fikrê Demokratîk" hate vekirin,li,hesekê,pirtûkxaneya,"fikrê,demokratîk",hate,vekirin

Li Hesekê pirtûkxaneya "Fikrê Demokratîk" hate vekirin

Li Bakurê Sûriyeyê yekemîn pirtûkxaneya taybet bi pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin

A+ A-

HESEKÊ

Gaziyên şer ên kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyeyê yekemîn pirtûkxaneya pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê "Fikrê Demokratîk" vekirin.

Endamê Mala Gaziyan Ceger Hesekê armanca vekirina pirtûkxaneyê ji ajansa me re wiha diyar kir "Bi rêya vê pirtûxaneyê em ê hewl didin ku felsefeya  Rêberê Ocalan belav bikin. Ocalan nirxekî mezin daye birîndaran û wan wekî ‘Şehîdên Nemir‘  bi nav dike."

Ceger Hesekê ku beriya du salan di şerê li dijî DAIŞ‘ê birîndar bibûn destnîşan dike ku armanca wan a vekirina vê pirtûkxaneyê ne qezenckirina madî ye û wiha domand "Ocalan ji bo azadiya gelan têdikoşe, lew re divê em layiqî vî fikrê demokratîk bin."

Di pirtûxaneyê de bi sedan pirtûk ku piraniya wan parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên pêşkêşkirin, li gel wê raman, pirtûkên çandî û dîrokî û hwd tên dîtin.

Pirtûkxane tevî ku nû hatiye vekirin, bi elaqeyeke mezin tê pêşwazîkirin.

Ala El-Namis yek ji jinên ciwan in ku diçe pirtûkxaneyê destnîşan dike ku pirkûxane biçûk û divê were berfirehkirin. Ala her wiha dibêje : " Demên berê pirtûkên fikrî qedexe bûn, me ne dikarî bi hesanî pirtûkan peyda bikin, bi taybet wekî civaka me pêwîstiya me bi mîna van pirtûkan heye da ku asta fikrî li gel xwe pêş bixînin."

Rênas Silêman jî diyar dike vekirina pirtûkxaneyê wekî gaveke pirgirîng  bi nav dike û destnîşan dike ku serkeftinên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bidestxistin berhemên fikrê Ocalan e û vekirina mîna vê pirtûkxaneyê dê her kes girîngiya fikrê Ocalan nas bikin.

Rênas her wiha dibêje "Di dema serweriya rêjîma Bass de me mîna van pirtûkan di bin erdê de vedişart, ji ber ku rêjîm ev pirtûk qedexe kiribûn. Lê niha ev pirtûk di destê me de ne, her kes dikarî bi azadî bixwîne. Em bi vê gave serbilind in."

ANHA